Polîklînîka hêsankirinê ya Tatvanê

Nexweşên ku ji dûrî bajêr tên bi dilekî rehet muayene dibin 

Polîklînîka hêsankirinê ya Tatvanê

Li Tetwana Bilîsê ji bo nexweşên ku ji dûr tên, li nexweşxaneya dewletê polîklînîka hêsankirinê hat vekirin. bi xêra xizmeta nû, welatiyên ku ji gundan tên û nikarin randewûyê bigirin wê bi rehetî muayene û tedawî bibin. 

Ji bo welatiyên ku nikarin ji bo muayeneyê randewûyê bigirin xizmeteke giring dest pê kir. 

Li Nexweşxaneya Tetwana Bilîsê ji bo welatiyên ku ji dûrî bajêr tên, polîklînîka hêsankirinê hat vekirin. 

Bi xêra xizmeta nû, welatiyên ku nikarin randewûyê bigirin wê li vê polîklînîka nû muayene bibin. 

Welatî, ji bo vekirina polîklînîka nû spasî rêvebiriya nexweşxaneyê û xebatkarên beşê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE