Li Wanê karmenda bi navê Aylîn Koç beriya 7 salan bi navê “Bi Hêviya Siberojên Xweş” projeyek dabû destpêkirin. Ev 7 sal in karmenda dilbirehm alîkariyan berhev dike. Dûv re bi wan alîkariyan diyariyên taybet dikire û dilê zarokan bi wan xweş dike.
Aylin Koçê ji bo zarokan xwest xebateke taybet bike.
Ji bo vê jî beriya 7 salan bi navê "Bi Hêviya Siberojên Xweş" projeyek da destpêkirin.
Ji wê rojê û vir ve projeya ji bo zarokan bê navber dewam dike.
Aylina karmenda kamûyê alîkariyên xwedîxêran berhev dike. Paşê bi wan diyariyên cuda distîne û dide zarokan.
Di projeyê de herî dawî li beşa onkolojiyê ya Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê diyarî hatin belavkirin.
Jina dilbirehm diyariyên taybet dişîne zarokên li bajarên din jî.