Projeya “Dayika Mêvan”

Jinên ducanî heya zaroka xwe bînin dinyayê li nexweşxaneyê dimînin...

Projeya “Dayika Mêvan”

Li Perwariya Sêrtê ji bo jinên ducanî li nexweşxaneyê odeyên taybet hatin avakirin. Jinên ducanî gava roja welidînê nêzik dibe diçin nexweşxaneyê û heta zarokan wan çêbe di odeyên “Dayika Mêvan” de dimînin.

Wezaretê Tanduristiyê ji bo pêşi mirinên jinên ducanî û pitikan bigire li Perwariya Sêrtê projeya “Dayika Mêvan” li dar xist.

Bi piştgiriya şaredariya navçeyê li nexweşxanê ji bo jinên ducanî 8 odeyan taybet hatin avakirin.

Li herêmê ji bo hinekan çûyîna nexweşxanê zehmet e.

Ji ber riyên dirêj û girtî heta îro gelek zarok û dayikan can da.

Bi saya vê xizmetê him dayik beriya zaroka wan çêbe nakevin stresê him jî piştî welidînê dixtorên pispor kontrola dayik û zarokan dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE