Projeya emeliyatên kataraktê

Komeleya Dixtorên Rûyê Erdê di 2018an de 5441 kes emeliyat kirin...

Projeya emeliyatên kataraktê

Komeleya dixtorên rûyê erdê di sala 2018an de zêdetirê 5 hezarî emeliyatên kataraktê kirin. Bi saya wan, li welatên xizan bi hezaran kes êdî ji nû ve dibînin. Komeleyê ji bo 2019an jî dest bi kampanyayeke nû kir. Ew dixwaze îsal jî 6 hezar emeliyatan bike.

Li gorî daneyên Rêxistina Tendûristiyê ya Cihanê li dinyayê 285 milyon mirov ji çavên xwe aciz in.

Komeleya Dixtorên Rûyê Erdê jî ji sala 2006an bi vir ve derheqê tendûristiya çavan de bername û projeyan çêdike.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê Yahyahan Güney: Projeyên siheta çavan, projeyên me yên sereke ne. Li gelek deverên cîhanê problem hene. Em jî dixwazin ji wan re bibin çareseriyek. Xwedê bike nesîp emê îsal 6 hezar emeliyatan bikin û emê biçin cihên ku îmkanên wiha lê tunen.

Komeleyê di sala 2018an de li Somalî, Pakistan, Sudan, Çeçenistan, Afganistan,Nîjer û Kamerunê 41 hezar 125 kes miayene, 5 hezar û 441 kes jî emeliyat kirin.

Komeleya dixtoran ji bo 2019an jî dest bi kampanyayeke nû kir. Proje bi bernameyeke taybet hat ragihandin.

Dilxwaz û alîkarên komeleyê jî beşdarî programê bûn.

Pisporê Karûbarên Mirovî Furkan Ağirbaş:Me xwest li saziya me, em di rojbûnên wan de diyariyekê bidin xebatkarên xwe. Ji bo ku ev diyarî bi qîmet be, me got em di her rojbûnê de bi emeliyateke kataraktê çavê kesekî ji nû ve vekin.

Midûrê Plandanînê Osman Çelebi: Di sala 2018an de me piştgirî da dixtorên rûyê erdê. Ev hevkariyeke baş bû ji bo me. Em jî bi wan re çûn Pakistanê, me di cih de dît. Îsal jî dê hevkarî û alîkariyên me dewam bikin.

Komele dil dike îsal 6 hezar emelîyatên kataraktê bike.

Mesrefên emeliyateke kataraktê jî bi temamî 500 lîre ye.

Dîroka nûkirinê: 31 Çile 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE