Projeya ‘tenduristiya kal û pîran’

Kesên ku emrê wan li ser 90î ne li malan tên tedawîkirin

Projeya ‘tenduristiya kal û pîran’

Midûriyeta Tenduristiya Meletiyê, ji bo kal û pîr bi sihet bin û di nav silametiyê de bijîn, projeyeke girîng amade kir. 2 hezar îxtiyarên ku temenê wan ji ser 90î re ne, li malan tên tedawîkirin.

Ew dapîr û bapîrên me ne, emrekî dirêj derbas kirin û bi gotina wan êdî ew li benda rehma xwedê ne.

Di îstatîstîkên TUİKê de derket holê ku nifûsa Tirkiyeyê her ku diçe extiyar dibe.

Li 81 bajaran 175 hezar û 14 kes hene ku emrê wan ji ser 90î re ne.

Midûriyeta Tenduristiya Meletiyê ji bo kal û pîr bi silametî bijîn dest bi projeya ‘Em tên mêvandariya we’ kir.

Tîmên tenduristiyê 2 hezar hemwelatiyên ku temenê wan ji ser 90î re ne ziyaret dikin û wan muayene dikin.

Midûrê Tenduristiyê yê Malatyayê Recep Bentli:“Li gor baweriya dînê me û çanda me extiyar pir bi qîmet in. divê em di dewîya temenên wan de xweşik li wan binêrin. Şert û mercên jiyana wan çiqas baş bin emr jî zêde dibe. Êdî nifûsa tirkiyê jî mîna dewletên ewrupayê extiyar dibe. Divê ku em siheta extiyarên xwe kontron bikin. em hem wan muayene dikin hem jî rewşa wan bi anketan tespît dikin.”

Piştî kontrolkirina tenduristiyê pirsgirêkên kal û pîran yek bi yek tên tespîtkirin.

Jiyana gelek extiyaran pir dijwar deras bûye. Dema ku ciwaniya wan tê bîra wan xemgîn dibin.

Hem extiyar û hem jî zarokên wan ji vê xizmeta girîng û taybet kêfxweş in. Lewra berê zêde nexweşxane tine bûn û bijîşk têr nedikirin.

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE