Pêşxistina perwerdeya taybet

Wezareta Perwerdeyê ji bo perwerdeya astengdaran materyalên nû belav kir...

Pêşxistina perwerdeya taybet

Piştgirî û xebatên ji bo perwerdeyê didomin. Wezareta perwerdeyê ji bo xwendekarên astengdar materyalên perwerdeyê şandin 26 dibistanên semsûrê. Piştgiriyeke kompûteran jî ji emerîkayê ji geliyê silîkonê hat. Li navenda gel pola kompiterê ya ji bo nivîsîna bernemeyan hat avakirin.

Wezareta Perwerdeyê ji bo pêşxistina perwerdeya taybet 3 sal berê dest bi projeyekê kiribû.

Di çarçoveya projeyê de ji bo 26 dibistanên li Semsûrê materyal û malzemeyên perwerdeya taybet hatin şandin.

Li Semsûrê li ser perwerdê kelecaneke din jî hebû.

Ji Emerîkayê ji Geliyê Slîkonê ku wek navenda teknolojiyê ya cihanê tê zanîn ji bo Navenda Perwerdeya Gel a Semsûrê 16 kompûter şandin.

Bi kompûterên ku ji bo ciwanên Semsûrî şandin, poleke nivîsina bername û kodan hat avakirin.

Bi saya vê piştgiriyê ciwanên Semsûrî wê nivîsîna kod û bernameyan hîn bibin.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE