Raporên nexweşên kronîk heya danezaneke duyemîn wê derbasdar bibe

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçuk:"Raporên nexweşên kronîk ên ku di 1ê rêbendana 2020î da xelas bûn, heya danezaneke duyemîn wê derbasdar bin"

Raporên nexweşên kronîk heya danezaneke duyemîn wê derbasdar bibe

Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê ragihand ku raporên nexweşên kronîk ên ku di 1ê rêbendana 2020î da xelas bûn, heya danezaneke duyemîn wê derbasdar bin.

Wezîr Selçukê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, nexweşên kronîk û kesên ku di gruba rîska mezin da ne ji bo nivîsandina reçeteyan ne mecbûr in ku serî li navendên xizmeta tenduristiyê bidin, serlêdan ji bo demeke berwext hat rakirin.

Selçukê wiha got, "Di pêvajoya normalîzebûnê da jî raporên nexweşên kronîk ên ku di 1ê rêbendanê da xelas bûn, reçeteyên wan wê heya danezaneke duyemîn derbasdar bin."

Her wiha Selçukê destnîşan kir, mehaneya astengdar û kal û pîran û kesên ku li malê tên xayîkirin û ji bo wê alîkariyê distînin û raporên wan a astengdariyê hene jî heya danezaneke duyemîn raporên wan wê derbas bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE