Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê cara ewil ji tiliya dest a beranê anjiyo hat kirin. Doktor dibêjin bi saya wê, êdî dê demarên ran û milan xira nebin û newerimin.
Pirsgirêkên damaran her ku diçe zêde dibin.
Di demên dawî de rêbaza anjiyoyê pir tê bikaranîn.
Bi riya anjiyoyê doktor xwe digihînin damarên qelb û wan vedikin.
Beşa kardiyolojiyê bi giştî ji damarên ran an jî milan anjiyo dike.
Lê ji ber ku ji milan anjiyo dihat kirin damarên milan diçewisîn.
Li Wanê cara ewil nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ji damarên tiliya beranê xwe gihand qelb.
Bi rêbaza nû wê êdî welatî ji anjiyoyê netirsin û damarên wan zêde zirar nebînin.