Robot diçin pêşiya nexweşan

Li Batmanê nexweşxaneyeke taybet bi robotan xizmetê dide...

Robot diçin pêşiya nexweşan

Li Batmanê nexweşxaneyeke taybet robot îstihdam kirin. Robotên xwemalî rê nîşanî nexweşan didin û rêberiyê dikin. Derbarê ode û nexweşan da agahî didin nasên nexweşan. Kêfa Batmaniyan pir ji robatan re hat.

Robotên rêber li Konyayê ji aliyê fîrmayayeke Tirkiyê tên çêkirin.

Li Batmanê jî nexweşxaneyeke taybet ji bo xizmetê ji van robotan anîn.

Navê vê robotê Ada ye. Ada diçe pêşiya nexweşan alîkarî û agahiyan dide wan.

Tenê ne ji bo nexweşan ji bo mêvanên wan jî derbarê ode û nexweşan da agahiyan dide.

Kêfa Batmaniyan ji niha ve pir ji robotan re hatiye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE