RTD: Îhtimal e ku aşiya Kovîd-19ê heta dawiya salê amade bibe

Dîrektorê Giştî yê RTDyê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand, dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) heta dawiya salê dibe ku aşiyek amade bibe

RTD: Îhtimal e ku aşiya Kovîd-19ê heta dawiya salê amade bibe

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Tedros Adhanom Ghebreyesus li Cenevreya bajarê Swîsreyê di "Rûniştina taybet a têkoşîna Kovîd-19ê" ya Lijneya Rêvebiriyê ya RTDyê ku duh kuta bû da axivî.

Ghebreyesus got, "(Ji bo Kovîd-19ê) pêdiviya me wê bi aşiyan hebe û em hêvî dikin ku heta dawiya îsal îhtimala dîtina aşiyê hebe." û diyar kir ku ew di vê mijarê da hêvîdar e.

Ghebreyesus li ser kampanyaya aşîkirinê ya li tevahiya dinyayê hûrgilî neda ku wê kîngê dest pê bike.

Ghebreyesus weke ku di her axaftina xwe da dibêje dîsa bangewaziya "piştewaniya kurewî" kir û bangî pêşengên dinyayê kir ku piştî çêkirina aşiyên Kovîd-19ê bira li welatan wek hev were belakirin.

Bi wasiteya Bernameya Gihîştina Kurewî ya Aşiyên Kovîd-19ê (COVAX) ku bi RTDyê ra tê meşandin, tê hedefkirin ku heta dawiya 2021ê 2 milyar doz aşî were belakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE