Rêwiyên ku ji îranê hatin di karantînayê de ne

Wezîr Koca: Bi tu rêwiyî re nexweşî nehat tespîtkirin

Rêwiyên ku ji îranê hatin di karantînayê de ne

Welatiyên ku ji Îranê hatin, li enqerê di karantînayê de ne. Ji wan 132 kes rêwî, 10 kes jî personelên balafirê ne. Di kontrolên ewil de bi tu kesî re nexweşî nehat tespîtkirin.

Ji bo welatiyên li Îranê, ji Tehranê ber bi Stenbolê ve balafireke taybet hat rakirin. Lê pispor ji rewşa hin rêwiyan ketin şik û gumanê û balafir daket Enqerê.

Ji 142 kesên di balafirê de, 97 kes li nexweşxaneya Bîlkentê û 45 kes jî li nexweşxaneya Zekai Tahir Burak di karantînayê de ne.

Ji wan 4 kes ji kuxikê û 2 kes jî ji êşa qirikê gilîdar in. Lê kes ji wan ne di tayê de bû..

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca nîvê şevê çû nexweşxanê û derbarê tehlîlên ewil de daxuyanî da.

Koca got; “Bi tu rêwiyî re vîrûs nehat tespîtkirin, em dikarin bêjîn tu kes niha ne nexweş e.”

Ew ê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Doktor dê 3 rojan carekê tehlîlên 142 kesan nû bikin.

Laboratuvara Vîrolojiyê ya Neteweyî dê li ser tehlîlan lêkolînê bike.

Lijneya Zanistê jî dê qerara dawî bide.

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 09:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE