Fakulteya Diranan a Zanîngeha Xaziyê ji bo balê bikşîne ser nexweşî û tedawiya dev û diranan şahiya duyemîn li dar xist. Zarok, jin û mêr gelek kes beşdarî şahiya zanistê ya dev û diranan bûn.
Ji bo balê bikşînîn ser girîngiya nexweşiyên dev û diranan hin bûbûn firçe, hinek jî bûbûn macûn û kurmên diranan..
Mamoste û xwendekarên Fakulteya Diranan a Zanîngeha Xaziyê ji bo tendûrîstiya diranan caran duyem e şahiyê li dar xistin.
Dekana Fakulteya Diranan a Zanîngeha Xaziyê Nurdan Özmeriçê behsa armanca projeyê kir.
Özmeriç got, ‘’Me bi rastî par cara ewil di çarçoveya tubîtak 4007ê de şahiya zanîstê ya dev û diranan li dar xistibû. Armanc bi temamî ew e ku civak û zanîngehê bînin bal hev, derbarê nexweşiyên dev û diranan de agahiyan bidin wan. Em li vê derê him kêf dikin him jî hîn dibin.’’
Doktorên Zanîngehê jî li ser paqijî û girîngiya dev û diranan sekînin.
Doktora Diranan Didem Atabek got,’’ Em dê û bav dema ku zarokên xwe hînî firçekirina diranan dikin, divê em çawa dest pê bikin? û Ji zarokên xwe re divê em çawa bibin rol û model? Li vê derê behsa tendûristiya dev û diranan dikin.’’
Doktorê Diranan Erjeng Şayeste jî wiha axivî: ‘’Bi rastî armanca vê şahiyê ew e ku balê bikşîne ser nexweşiyên dev û diranan. Ev şahî hişmediyê dide malbat û malbat jî vê hişmediyê didin zarokên xwe.’’
Xwendekarên zanîngehê dibêjin çalakiyên bi vî rengî gelekî fêdeyê dide însanan.