"Îsal 29 hezar û 689 personelên tenduristiyê wê bên hildan"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca:"Hildana 12 hezar personelên tenduristiyê weke ku heta niha hatiye kirin wê bi KPSSyê be. Hildana 17 hezar û 689 personelên din jî wê di îlon û cotmehê da em ê li gor teqwîma OSYMyê plan bikin"

"Îsal 29 hezar û 689 personelên tenduristiyê wê bên hildan"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca got ku di 2019an da 29 hezar û 689 personelên tenduristiyê wê werin hildan û wiha dewam kir: "Hildana 12 hezar personelên tenduristiyê weke ku heta niha hatiye kirin wê bi KPSSyê be. Hildana 17 hezar û 689 personelên din jî wê di îlon û cotmehê da em ê li gor teqwîma OSYMyê plan bikin."

Wezîr Koca li CNN Turkê beşdarî bernameya "Dawiya Hefteyê" ya ku Hakan Çelîk pêşkêş dike bû û li ser rojevê daxuyanî dan. Koca diyar kir ku di 2019an da 29 hezar û 689 personelên tenduristiyê wê werin hildan û wiha dewam kir: "Di serî da 6 hezar û 829 hemşîre, hezar ebe, 3 hezar karmendên tenduristiyê yên wek odyolog, psîkolog, diyetîsyen, tedawiya fîzîkê, bi tevahî 12 hezar personel wê werin hildan û seba wan di meha pêş me da wê derkevin îlanê. Ji bo ku meha pêşiya me be, me hemû amadehiyên xwe kirin, amadekirina klavûzê kuta bû. Me ji OSYMyê ra şand."

Koca diyar kir ku ji bo vê mijarê hemû xebat hatin temamkirin û wiha dewam kir:

"Hildana 12 hezar personelên tenduristiyê weke ku heta niha hatiye kirin wê bi KPSSyê be. Hildana 17 hezar û 689 personelên din jî wê di îlon û cotmehê da em ê li gor teqwîma OSYMyê plan bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE