Di nav gel de gelek şaşiyên der barê vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da wek rast tên zanîn hene.
Ji bo ku rê li ber van şaşiyan bên girtin û rastiya wan bê zanîn pisporan ev agahî dan.
ŞAŞ: Rewşa Her nexweşê bi Kovîd-19ê dikeve giran e û li ber mirinê ye
RAST: Nexweşî ji sedî 80 sivik derbas dibe
ŞAŞ: Ji bo ku mirov xwe ji nexweşiyê biparêzin bikaranîna maskeyê têrê dike
RAST: Maskê bi tenê dema kesek nexweş be ji bo ku nexweşî nekişe kesên din tê bikaranîn. Ji bo parastinê rêya herî baş şûştina destan e
ŞAŞ: Dezenfektanên destan hemû pirsgirêkê çareser dikin
RAST: Gelek dezenfektan qasî bi sabunê şûştina destan baştir jî nikarin paqijiyê bikin. Ji bo parastinê her tim bi av û sabunê şûştina destan, têrê dike. Dema av û sabun tunebe, dibe ku dest bi kolonyayeke ji 70 pileyî zêdetir an jî bi alkolê bên paqijkirin
ŞAŞ: Bi şoravê va şûştina poz, xerxerekirin an jî sirke rê li ber belavbûna vîrusê digre
RAST: Di vê mijarê da tu daneyeke zanistî tune. Heke şorav pir zêde be, hucreyên gewriyê yên bêhstendinê dibe ku zirarê jî bibînin
ŞAŞ: Vexwarina tiştên germ vîrusê dikuje
RAST: Vexwarinên pir kel ji ber ku dikarin zirarê bidin ‘tebeqeya epîdel a parastinê’ û ‘gilêza parastinê ya rêlibergirtinê’ ji feydeyê zêdetir bi zirar in
ŞAŞ: Bi tenê avê yan jî destmaleke şil va paqijkirina cihên enfekte bes e
RAST: Ev der divê bi aveke ku hinek zerav an jî deterjan xistine navê va bên paqijkirin. Deterjanên normal jî qasî zeravê tesîrê dikin
ŞAŞ: Xwarina sîr û pîvazan rê li ber vîrusa koronayê digre
RAST: Taybetmendiya antîmîkrobiyal a sîr û pîvazan heye, ew xwarinên baş in. Lê bi zanistî parastina wan a ji vîrusa koronayê nehatiye belgekirin
ŞAŞ: Xwarina tirşînê ya zêde pergala parastinê xurt dike û mirovan ji nexweşiyê diparêze
RAST: Tirşîna li malê tê çêkirin piştgiriyê dide pergala parastinê, lê ji ber ku tê da zede xoyê heye dibe ku bibe sedema nexweşiya hîpertansiyonê
ŞAŞ: Şorbeya serûpê ji bo pergala parastinê mecburî ye
RAST: Sê tiştên pergala parastinê xurt dikin ên bi delîlan va hatine îspatkirin; xwarina bimîzan, bi têra xwe xew û razan, hereketên fizîkî yên bipergal
AA