Semînera lı ser koronavîrûsê

Xwendekarên Zanîngeha Muş Alparsanê derbarê vîrûsê de hatin agahdarkirin

Semînera lı ser koronavîrûsê

Li Zanîngeha Muş Alparslanê derbarê nexweşiya koronavîrûsê de semînerek hat lidarxistin. Mamosteyan derbarê belavbûna nexweşî û tevdîran de agahî dan xwendekaran.

Koronavîrûs li Çînê derket û li gelek welatan belav bû.

Ji ber vîrûsê nêzî 3 hezar kes mirin û gelek însan jî tên tedawîkirin.

Li Zanîngeha Muş Alparsanê derbarê nexweşiya vîrûsê de semînerek hat lidarxistin.

Xwendekar derbarê belavbûna vîrûsê de hatin agahdarkirin. Bi reqemên fermî rewşa dawî hat nirxandin.

Her wiha li ser tevdîrên ji bo koronavîrûsê jî axaftin hatin kirin.

Ji bo ku tevdîrên berfireh hatin standin heta niha li Türkiyê tu kes bi koronavîrûsê neketiye.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE