Endamên Weqfa Ciwaniyê ya Türkiyeyê li Mûşê çûn serdana zarokên li nexweşxaneyê. Weqfê zarok yek bi yek ziyaret kirin û cejna wan pîroz kir.
Weqfa Ciwaniyê ya Türkiyeyê di vê cejnê de ji ber kovîdê neçû serdana kal û pîran.
Endamên weqfê li nexweşxaneyan geriyan û çûn serdana zarokên nexweş.
Armanc him pîrozkirina cejnê him jî bilindkirina morala zarokan bû.
Endamên komeleyê bi çîkoleteyan cejna zarokan pîroz kir.
Her wiha diyarî jî dan zarokan. Weqf wê di nav cejnê de biçe serdana 540 zarokên nexweş.