Şewbên enfeksiyonî û şewba koronayê

Semptomên wan dişibin hev, ji bo teşhîsê divê test were kirin.

Şewbên enfeksiyonî û şewba koronayê

Êşa qirikê, serêşî, bahor û papêş, semptomên nexweşiyên demsalî yên enfeksiyonî ne. Herwiha ev nîşane, di nav septomên şewba koronayê de jî hene. Gelo her serêşî û êşa qirikê, nîşaneya şewba koronayê ye? Doktor balê dikişînin ser van nexweşiyan.

Ev demeke dirêj e ku şewba koronayê li çar aliyên dinyayê belav bûye.

Bijîşkê Nexweşiyên Sîngê Abdurrahman Şenyiğit got, ‘’Semptomên bahor û bapêşê yên weke kuxuk, serêş û êşa qirikê, nîşaneyên şewba koronayê ne.

Lê pispor dibêjin her êşa qirikê û serêşî nayê maneya ku hûn bi şewba koronayê ketine.

Doktor ji bo ku nexweşî neyên tevlihevkirin aşiya bahorê pêşniyaz dikin. Ev aşî ji bo kesên ji 18 salî mezintir in.

Ji bo teşhîsa şewba koronayê jî lazim e mirov testan bikin û li gorî wê tevdîrên xwe bistînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE