Şîfreya genetîka kesên Kovîd-19ê giran derbas kirine hat diyarkirin

Kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra tunebûn û nexweşiya Kovîd-19ê li beşa nexweşiyê giran derbas kirin ji proteîna bi "tîpa I interferon"ê bêpar in lewra bedena wan wê proteîna bi şewbê ra şer dike nikare çêke û ew jî ji vê mehrûm in.

Şîfreya genetîka kesên Kovîd-19ê giran derbas kirine hat diyarkirin

Konsorsiyûma Genetîka Mirov a Covîdê ku ji beşdariya lêkolînerên 50 navendên genetîkê yên li çar aliyê dinyê ne hatiye damezrandin li ser rewşa nexweşên Kovîd-19ê giran derbas kirine lêkolîn kirin û derxistin holê ku kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra tunebûn û nexweşî jî li beşa nexweşiyê giran derbas kirin ji proteîna bi "tîpa I interferon"ê meh rûm in lewra ew proteîn dijî vîrusa Kovîd-19ê şer dike û laşê wan nikare wê proteînê di nav xwe da çêbike.

Mirovên zanyar ragihandin ku bi saya vê lêkolînê dema li genetîkê bê mêzekirin wê kesên nexweşiyê giran derbas bikin û yan jî zû jê xilas bibin kî ne wê bi hêsanî derbikeve holê.

Encama lêkolînê bi du maqaleyên di kovara Scienceyê da hatin weşandin û bi alema zanyarê ra hat parvekirin.

Lêkolîn li seranserê dinyayê ji alî 50 navendên genetîkê û bi tevlîbûna sedan nexweşxaneyan va hat birêvebirin. Ji parzemîna Asyayê bigir heta Amerîka û Awistralyayê gelek welat tevlî lêkolînê bûn. Ev xebata ku ji Rojhilata Navîn jî gelek welat tevlî bûn da bi navê "Konsorsiyûma Genetîka Mirov a Covîdê" hat binavkirin. 

Dekanê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Bîlkentê û Endamê Akademiya Zanistan a Tirkiyeyê Prof. Dr. Tayfun Ozçelîk endamê Lijneya Rêveberiyê ye û di nav ekîbê da ji Zanîngeha Zanistên Tendûristiyê Prof. Dr. Kadriye Kart Yaşar, Prof. Dr. Nevîn Hatîpoglu, Dr. Sevtap Şenoglu û Dr. Şemsî Nur Karabela jî hene.

Prof. Dr. Tayfun Ozçelîk der barê xebatê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev şewba Kovîd-19ê bi taybetî jî ji bo kesên emrê wan ji 65an zêdetir e bi talûke ye û hemû dinya jî sedema vê yekê meraq dike.

Ozçelîk destnîşan kir ku ji 28 welatan 50 navendên genetîkê û nêzî 150 nexweşxane hatin cem hev û Konsorsiyûma Genetîka Mirov a Covîdê damezrandin û di wê derê da li ser genên kesên bi şewbê ketine kar û xebatên lêkolînê dest pê kirin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Ozçelîk ragihand ku wan lêkolîna xwe li ser îhtimala genên di laşê mirov da haya çavikan bi hev dixin da kêmasî heye sekinîn û di vê çarçoveyê da 60 ji Tirkiyeyê û 600 jî ji çar aliyê dinyayê genomên 650 pêketiyên Kovîd-19ê giran derbas kirine lêkolîn kirin.

Ozçelîk diyar kir di encama lêkolînê da wan tespît kir ku di bedena kesên genên li ser rêya şandina sînyalan cih digirin da ji roja hatine dinyê vir va mutasyon heye û ji ber vê jî bedena wan di çêkirina antîkoran da zehmetiyê dikişîne û wiha domand: "Di bedena wan kesên nexweşiyê giran derbas dikin da proteîna bi tip I interferonê ya ji 17 proteînan pêk tê tuneye. Bi vê yekê jî sedemên genetîk û îmmunolojîk a nexweşiya Kovîd-19ê hat tespîtkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE