Tedawiya nexweşiya vîrûsa koronayê

Li Siirtê bi tedawiya plazmayê rewşa 4 nexweşan çêtir dibe

Tedawiya nexweşiya vîrûsa koronayê

Zanîngeha İnönü ya Malatyayê ji bo 4 nexweşên vîrûsa koronayê yên Siirtê plazmaya xwînê şand. piştî tedawiyê hat eşkerekirin ku rewşa nexweşan çiqas diçe çêtir dibe.

Li gelek deverên dinyayê ji bo tedawiya vîrûsa koronayê xebat tên kirin.

Li Zanîngeha İnönü ya Meletiyê jî bi plazmaya xwîna hin tedawî tên kirin.

Zanîngeh di xebata xwe de plazmaya xwîna kesên bi nexweşiyê ketine û baş bûne bi kar tîne.

Serbijîşka Nexweşxaneya Dewletê ya Siirtê Dr. Nesrin Atiş:Di tedawiya plazmayê de antîkorên xwîna kesên ku bi nexweşiyê ketine û başbûne û di ser nexweşiya wan de 14 roj derbasbûne tên bikaranîn. Antîkor nîşaneyên parastina leşê mirovan in."

Her dawî Zanîngehê ji bo 4 nexweşên vîrûsa koronayê yên ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê tedawî dibin plazma şand.

Piştî tedawiyê hat eşkerekirin ku rewşa her 4 nexweşên vîrûsê çiqas diçe baştir dibe

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE