Tedawiya plazmayê bikêr hat

Bi tedawiya plazmayê ji beşa nexweşiyên giran derket.

Tedawiya plazmayê bikêr hat

Turgut Kayarê ku serokê beşa ewlehiyê yê nexweşxaneya Siirtê bû ji ber koronayê ev 21 roj in di beşa nexweşiyên giran de radiza. Piştî tedawiya plazmayê rewşa Kayar baş bû û ji nexweşxaneyê derket. Wê demê heval û hogirên wî ew bi selawat û diayan pîroz kirin.

Nexweşê ku 21 rojan di beşa nexweşiyên giran de bû piştî tedawiya plazmayê hat ser xwe.

Turgut Kayarê ku xebatkarê Nexweşxaneya Dewletê ya Siirtê bû, beriya 45 rojan bi vîrûsê ket.

Kayarê ku demeke dirêj e di beşa nexweşiyên giran de dihat dermankirin piştî tedawiya plazmayê baş bû û ji nexweşxaneyê derket.

Başbûna Turgut Kayar, ji bo nexweşên koronayê jî bû hêviyeke mezin.

Dema Kayar ji nexweşxaneyê derket, heval û hogirên wî başbûna wî bi dia û selawatan pîroz kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE