Termometreyan di bin sifirê da 26 pile nîşan da

Li Agiriyê termometreyan bi şev di bin sifirê da 26 pile nîşan da.

Termometreyan di bin sifirê da 26 pile nîşan da

Li herêma rojhilatê nîvê şevê germahiya herî nizim di bin sifirê da bi 26 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê parçe û kêm ewrayî be, nîvê şevê û destê sibehê jî mij û bûsî û her wiha hişkî dê çêbe.

Li herêmê her wiha germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Li herêmê bi şev pileya germê ya herî nizim di bin sifirê da 26 pile li Agiriyê hat pîvan û her wiha di bin sifirê da li Erdexanê 25, li Qersê 20, li Erziromê 12, li Îdirê 10, li Erzinganê 7 û li Tunceliyê jî 5 pile hat pîvan.

Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Tunceliyê 6, li Erzinganê 4, li Îdirê 2, li Erziromê 1, di bin sifirê da li Qersê 5, li Erdexanê 12 û li Agiriyê jî 13 pile be.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE