"Tevî derziya TURKOVACê emê bi hemî îmkanên xwe piştevanê Albanyayê bin"

Serokomar Erdogan ji Meclisa Albanyayê re axivî

"Tevî derziya TURKOVACê emê bi hemî îmkanên xwe piştevanê Albanyayê bin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Çawa ku ji bo aramî û aşitiya Balkanan çi ji destê me hat me kir, ji îro pê de jî bi heman şêweyî ji bo dabînkirina aramî û aşitiyê em welatekî garantor in." 

Erdogan û Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama civînên dualî û yên di navbera heyetan de kirin û piştî merasima îmzaya peymanan, civîneke hevbeş a çapemeniyê li darxsitin.

Serokomar Erdogan bal kişand ser bpêkhateya Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Dewleta Rexber (FETO) û got, "Ev pêkhateya ku xwîna bêgunehan bi destê wan ve ye, ne tenê ji bo Tirkiye li çi welatekî bin ji bo wan tehdîdeke mezin in.  Ji dil hêviya me ye ku di serdema pêşiya me de li dijî pêkhateya FETOyê gavên berceste, xurt û biryardar bên avêtin. Çawa ku ji bo aramî û aşitiya Balkanan çi ji destê me hat me kir, ji îro pê de jî bi heman şêweyî ji bo dabînkirina aramî û aşitiyê em welatekî garantor in."

Erdogan herwiha got, "Em hêvî ji Albanyayê dikin ku demildest li dijî pêkhateya FETO destbikar bibe û nehêle ji ber vê sedemê têkiliyên me xirab bibin."

Serokomar Erdogan got, "Tevî derziya TURKOVACê emê bi hemî îmkanên xwe piştevanê Albanyayê bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE