Wezareta Tenduristiyê tevdîrên ji ber Kovîd-19ê yên der barê rewşa normal da rojane kir.
Li gor van tevdîran ji bilî nexweşên Kovîd-19ê rojê carekê destûr wê bê dayîn ku serdana nexweşên zarok û yên nû hatine dinyayê bên kirin.
Rapora dermana ya kesên ku temenê wan di navbera 18-65an da ye û nexweşiya kronîk bi wan ra heye û yên astengdaran yên ku dema wan di navbera 1ê Çileya Paşîn û 8ê Hezîranê diqede wê ji îro pê va bên dayîn.
Rapora kesên temenê wan ji 18an biçûk û 65an mezintir e û ji ber nexweşiyên kronîk destûra îdarî dane wan wê heta telîmateke duyem derbas bibe.
AA