Li Mûşê ji ber şewba vîrûsa koronayê 7 cih û war di bin karantînayê de ne. Çend roj beriya vê malbatekê xwarina fitarê dabû xizm û nasên xwe. Ji ber vê yekê 13 kes bi vîrûsê ketibûn. Xebatkarên tenduristiyê ji bo ku welatî baldar bin hişyarî dan.
Li seranserê welêt ji ber şewba vîrûsa koronayê têkoşîneke dijwar tê dayîn. Gelek cih û war jî ji ber şewbê di bin karantînayê de ne.
Li Mûşê jî li 7 cihan di çarçoveya tevdîran de karantîna heye.
Çend roj beriya vê malbatekê xwarina fitarê dabû xizm û nasên xwe. Di fitarê de nexweşî li 13 kesan geriyabû.
Xebatkarên tenduristiyê ev nêzî 2 meh in ku bi şev û roj dixebitin û nikarin herin mala xwe. Ji bo vê jî dixwazin welatî baldar bin.
Ew dibêjin ji bo ku nexweşî bi tevahî were kontrolkirin divê hemû welatî li gorî hişyariyan hereket bikin.
Di çarçoveya tevdîran de li hemû bajaran di Cejna Remezanê de derketina derve hat qedexekirin.