Tîmên 112ê par 44 hezar nexweş gihandin nexweşxaneyan

Tîmên 112ê par 44 hezar nexweş gihandin nexweşxaneyan

Tîmên 112ê par 44 hezar nexweş gihandin nexweşxaneyan

Wekî hemû bajarên Turkiyeyê, li Batmanê jî tîmên 112ê bi şev û roj, di her şert û mercan de xizmetê didin. Li Batmanê tîmên 112ê par 44 hezar nexweşên li hawirdora bajêr anîn nexweşxaneyan.

Li Hin deveran bi metroyan berf heye, hin deran herî, li hin deran jî hema bêje rê tune ne.

Lê belê tîmên 112ê yên tenduristiyê di her şert û mercan de diçin hawara nexweşan.

Ev dîmen ji herêma çiyayî ya li Sasona navçeya Batmanê ne.

Tîmên 112ê piştî ku xebera nexweşekî ji wan re hat ketin rê, xwe digihandinê û anîn nexweşxaneyê.

Midûrê Tenduristiyê yê Batmanê Hakan Pamukçu got,”Wan par li Êlihê 44 hezar nexweşên li hawirdora bajêr gihandine nexweşxaneyê.”

Xebatkarên tenduristiyê her çend gelek diwestin jî bi xizmeta ji bo gel ji halê xwe qayîl in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE