Li Erdexanê tîmên tenduristiyê ji bo xwe bigihînin welatiyên ku nikarin ji ber berfê malên xwe derkevin û bên aşî bibin kedeke mezin didin.
Tîmên tenduristiyê bi serkêşiya Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Dr. Erkan Ozdemir û Kordînatorê Bajêr yê Navenda Tenduristiya Civakî Dr. Azîz Altunok dixebitin.
Doxtor, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê di vê zivistana ku serma carna di binê sifirê da dadikeve 20 pileyê û berf digihêje nîv mêtroyê mal bi mal digerin û welatiyan aşî dikin.
Ji bo gundiyên li gundê Meşedîbiya li ser navendê dijîn bên aşîkirin tîmên tenduristiyê berf qelaştin û xwe gihandin gund.
Gundiyan jî mazûvaniya wan kir û spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Dr. Erkan Ozdemir got ekîb di berf, serma û şertên zehmet da dixebitin û wiha axivî: "Li dijî hemû rewşên nebaş em welatiyên xwe aşî dikin. Ji bo vê fedakariya ekîbên me û her yek welatiyê me ku piştgiriyê dide wan ez spas dikim."
Tevrat Polata 92 salî jî spasiya xebatkarên tenduristiyê kir û wiha axivî: "Heta mala me hatin û em aşî kirin. Em çiqasî jî spasiya wan bikin hindik e."AA