Turîzma tenduristiyê bi pêş dikeve

Her sal bi milyonan kes tên û li Türkiyeyê tedawî dibin.

Turîzma tenduristiyê bi pêş dikeve

Li Türkiyeturîzma tenduristiyê her ku diçe pêşve diçe. Ji gelek welatên dinyayê nexweş ji bo tedawiyê tên Türkiyeyê. Bi saya doktorên bitecrube eleqeya ji bo Türkiyeyê jî zêde dibe. Bi taybetî ji irak û herêma kurdan a Iraqê nexweş berê xwe didin Türkiyeyê.

Di salên dawî de li Türkiyeyê turîzma tenduristiyê zêde bûye.

Kadroyên bitecrube yên nexweşxaneyan, pergala tenduristiyê ya pêşketî û xizmeta wergêran berê hemû biyaniyan dide Türkiyeyê.

Ji gelek welatên cuda her sal bi milyonan nexweş tên û li Türkiyeyê tedawî dibin.

Tevî nexweşxaneyên dewletê li nexweşxaneyên taybet jî xizmeteke baş tê dayîn.

''Herî zêde ji Iraqê nexweş tên cem me. Ji welatên kendavê û Ewropayê jî gelek nexweş tên. Çima Türkiyeyê tercîh dikin? Ji ber ku êdî Türkiye di asta standartên Ewropayê de xizmetê dide.''

Nexweş beriya ku werin Türkiyeyê rapor û lêkolînên hewce ji Beşa Turîzma Tenduristiyê ya nexweşxaneyan re tên şandin.

Piştî wê jî rêber rê nîşanî nexweşan didin.

Li nexweşxaneyên taybet beşa turîzma tenduristiyê heta dawiya tedawiyê bi nexweşan re mijûl dibe.

Xizmên nexweşan jî ji xizmeta tenduristiyê gelek razî ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE