Veberhênanên ji bo tenduristiyê

Bi cîhazên nû emeliyat hêsantir tên kirin

Veberhênanên ji bo tenduristiyê

Li nexweşxaneya dewletê ya Ercişa Vanê bi cîhazên nû yên teknolojik emeliyatên jînekolojiyê hêsantir tên kirin. Bi saya vê yekê hewce nake kuji bo tedawiyê nexweş biçin bajarên din.

Li Ercişa Vanê  bi saya cîhazên nû, emeliyatên jinekolojiyê hêsantir tên kirin.

Bi vê yekê hewce nake ku di emeliyatê de bedena mirovan zêdetir were birîn.

Her wiha pakbûn jî zûtir pêk tê û nexweş di demeke kurt de ji nexweşxaneyê derdikevin.

Diktorê Operator Mustafa Kemal Köksal: "li vê derê hemû emeliyatên jinekolojîk ên girtî, em dikarin bikin. Hemû emeliyatên derxistina rahîm, kîst, miyom bi awayekî hêsantir tên kirin. Êdî hewce nake ku nexweşên me biçin wan an jî bajarên din."

Di rojên şewbê de ev yek kar û barên nexweşxaneyan jî kêmtir dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE