Vîrus cara ewil di Berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê hat dîtin û di 13ê Rêbendana 2020î da hat pênasekirin û di demeke kin da li dinyayê bela bû, paşê mutasyon derbas kir û hê jî jiyanê tehdîd dike.
Îngilistan di serî da vîrusên mutant ên Brezîlya, Afrîkaya Başûr û herî dawî ya Kalîforniyayê zûtirî bela dibe û meriv ji hev hildide.
- Kesên ku semptomên wan çênabin jî vîrusê bela dikin
Kesên ku semptomên wan çênabin jî vîrusê bela dikin û ji ber wan jimara pêketiyan zêde dibe. Ji bo ku meriv rîska jihevhildanê ya Kovîd-19ê kêm bike, divê digel kesên ku semptomên wan çêdibin, kesên semptomên wan çênabin jî guh bidin tevdîran.
Ji ber ku vîrus di demek kin da bela dibe û dikişe gelek kesan, maske, mesafeya xweparastinê û paqijiya destan di serî da, divê meriv baş guh bide tevdîrên parastinê.
Dema ku meriv dikuxe, dibihênije û diaxive ji devê meriv çilkên avê dipekin. Heke vîrus di meriv da hebe û ev çilk bipekin kesekî din, an jî çilkên bivîrus bipekin der û dorê û destên kesên bê vîrus bi wan çilkan bikeve û paşê destê xwe bidin dev, poz û çavên xwe, vîrus dikişe wan jî. Ji ber vê yekê divê meriv ji cihên qerebalix dûr bikeve.
Li gelek welatan bi normalîzebûnê ra jimara pêketiyan cardin zêde bû û ev jî nîşan dide ku divê tevdîr werin zêdekirin û meriv berpirsiyariya xwe zanibe û wiha hereket bike.
Li Tirkiyeyê di 1ê adara 2021ê da piştî Civîna Kabîneyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand û ji 2yê adarê pê va pêvajoya normalîzebûna bikontrol dest pê kir. 20 roj ser vê normalîzebûnê ra derbas bû û ji ber ku çûyîn û hatin zêde bû, jimara pêketiyan cardin derket ser 20 hezarî.
Ji bo ku jimara pêketiyan werin kontrolkirin, pispor bang dikin ku her kes di nav berpirsiyariyekê da hereket bike û guh bide tevdîrên ku hatine kifşkirin.
Ji bo ku meriv vîrusê ji hev hilnede divê meriv guh bide van tevdîran:
- Çi qas ji destê meriv tê, divê meriv rêwîtiyê neke û neçe derveyî bajêr û welêt. Heke meriv ji bo derketina derveyî welêt mecbûr bimîne jî divê meriv di rêwîtiyê da maskeya xwe ji ber dev û pozê xwe dernexe.
- Piştî rêwîtiyê heke di nav 14 rojan da semptomê bêhnhildanê çêbibin, divê meriv maskeya xwe bide ber dev û pozê xwe û biçe saziyeke tenduristiyê ya herî nêzîk û derbarê rêwîtiya xwe da doxtor agahdar bike.
- Divê meriv nava rojê seba paqijiya destan timî baldar be. Piştî ku meriv destê xwe da cihekê, divê meriv teqez destê xwe bi sabûnê 20 çirkan mizde û bişû, heke av û sabûn tunebe jî divê meriv antîseptîka destan a ku alkol tê da heye, li destê xwe bide.
- Berî destşûştinê divê meriv destê xwe nede dev, poz û çavên xwe.
- Divê mirov ji kesên nexweş dûr bisekine. Heger temas çêbe jî divê 1-1,5 metre mesafe hebe û ji 15 deqîqeyî zêdetir divê mirov li eynî ciyî nemîne. Heger cih, cihekî girtî be, divê pencereyek vekirî bimîne da ku hewaya paqij bikeve hundir.
- Nexasim piştî temasa bi nexweşan û her wiha bi dewrûbera wan ra divê mirov ser hev destê xwe paqij bike.
- Ji xeynî rewşên bilez, divê mirov neçe dezgehên tenduristiyê û heger mirov biçe jî divê mirov xwe ji nexweşên din dûr bigire.
- Heger pêketin çêbe jî divê mirov hemû dermanên ku doktor dide vexwe.
- Yên di karantîna û îzolasyonê da divê pabendî rêgezan bin û ji mirovên din dûr bisekinin. Divê ev kes heya dawiya pêvajoyê, mêvanan hilnedin malên xwe.
- Di dema kuxîn û bênijînê da divê mirov destmaleke kaxiz bide ber dev û pozê xwe û wê destmalê bi tenê ji bo carekê biemilîne. Destmal tunebe jî divê mirov hundirê enîşka xwe bide ber dev û pozê xwe.
- Divê mirov ji qelebalixiyan dûr bisekine, heger çûyîn mecbûrî be jî divê mirov dev û pozê xwe bigire û maskeya tibî biemilîne.
- Divê mirov goştê heywanan ê nepehtî û nekelandî nexwe.
- Alavên wekî têlefona mobîl, tablet û komputer berî emilandinê divê bi dezenfektana guncan bên paqijkirin.
- Ciyên qelebalix divê baş bê hewadarkirin, divê klîma neyê emilandin. Hewadarkirin divê bi rêya xwezayî bê kirin.
- Li ciyên giştî yên wekî xwaringeh û pirtûkxaneyê heya ji destê mirov tê divê mirov hindik lê bimîne.
- Li dibistanan divê dê û bav nekevin hewşa dibistanê da ku qelebalixî çênebe.
- Her xwendekar divê li ser maseya xwe rûnê. Piştî dibistanê divê xwendekar kincên xwe biguherînin û kincên wan divê li derva bên hewadarkirin.
- Heta ji destê mirov tê divê mirov ji ciyên qelebalix ên wekî dawet, nîşan û cinazeyê dûr bisekine.
- Di wesayîtên veguhestina giştî da divê mirov baldar be ku teqez çend camên wesayîtê vekirî bin da ku hewayê hilde û her wiha teqez divê maske li ber devê mirov be. Heta ji mirov tê divê mirov xwe bi aparatên xwepêgirtinê yên wesayîtên giştî negire.
- Her wiha divê mirov ji ziyaretên malan jî dûr bisekine."
AA