Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 30,40 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh derket 32,98 dolarî û dû ra bi 29,34 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.08an pê va ji sedî 3,61 rabü bû û bû 30,40 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 29,77 dolarî hat firotin.
Di piyaseyan da şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) û şerê hilberînê yê Rûsya û Erebistana Siûdî dike ku bihayê neftê bişikê. Bihayê nefta brent ev 4 sal e cara ewil duh ket bin 30 dolarî.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 30,70 û 32 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 28,80 û 27,20 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.
AA