Li çar aliyên Tirkiyê bi dirûşma “ji bo tenduristiyê werin em bi hev re bimeşin” çalakî tên li dar xistin. Bi piştgiriya Midûriya Spor û Ciwaniyê li Batman û Bilîsê jî welatî derketin kolanan û bal kişandin ser girîngiya sporê.
Hûr û gir hemû kesan cil û bergên xwe yên sporê li xwe kirin…Û ji bo meşê derketin kolanan.
Bi organîzasyona Midûriyên Spor û Ciwaniyê yên Bajêr û Federasyona HİS’ê bi dirûşma “Ji bo tenduristiyê werin em bimeşin” li çar aliyên welêt çalakî hatin lidarxistin.
Li Batmanê jî meşê gelekî bala welatiyan kişand, bi sedan kes beşdarî meşê bûn.
Her wiha li Bilîsê jî di heman çarçoveyê de çalakî hebû.
Bi van çalakiyan dixwazin bala welatiyan bikşînin ser girîngiya spor û meşê.