Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kir

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê yên Kovîd-19ê yên heftane, di 11-17ê Tîrmehê da testa 226 hezar û 532 kesan pozîtîf derket, 96 jî kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kir

Tabloya Heftane ya Vîrusa Koronayê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"ê hat weşandin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê yên Kovîd-19ê yên heftane, di 11-17ê Tîrmehê da testa 226 hezar û 532 kesan pozîtîf derket û 96 jî kes mirin.

Ji 11ê Adara 2020î vir va ku li Tirkiyeyê waqieya ewil a Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin, hejmara pêketiyan derket 15 milyon û 524 hezar û 71ê û 99 hezar û 184 kes jî mirin.

Heta niha 149 milyon û 16 hezar û 579 doz jî aşî hat kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balikesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elezîz in.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE