Wezareta Tenduristiyê wê 18 hezar personel hilde

Namzed ew ê tercihên xwe ji îro pê va hetanî 1ê nîsanê li ser mapera OSYMyê bikin. Serîlêdana li ser înternetê ew ê di saet 23.59ê 1ê nîsanê da bi dawî bibe û demê neyê dirêjkirin

Wezareta Tenduristiyê wê 18 hezar personel hilde

Serokatiya Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) ji bo 18 hezar personelên bi peyman ên Wezareta Tenduristiyê dest pê kir serîlêdanên tercihê qebûl dike.

Li gor daxuyaniya li ser malpera OSYMyê ew ê di çarçoveya xala 45/a ya Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê Da ya bi hejmara 663 yan a Qanûna Mermurtiya Dewletê ya bi hejmara 657an da ji bo Wezareta Tenduristiyê personelê werin hildan.

Namzed ew ê tercihên xwe ji îro pê va hetanî 1ê nîsanê li ser mapera OSYMyê bikin. Serîlêdana li ser înternetê ew ê di saet 23.59ê 1ê nîsanê da bi dawî bibe û demê neyê dirêjkirin.

Namzedê li ser "https://ais.osym.gov.tr"ya malpera OSYMyê bi nimaraya nasnameya xwe va serîlêdanê bikin.

14 hezar karker wê ji ser pergala ÎŞKURê bi rêya înternetê bêne wezîfedarkirin

 Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê daxuyand 14 hezar karkerên di kadroyên Wezareta Tenduristiyê da bêne wezîfedarkirin, wê bi rêya elektronîk hildin kar.

Selçukê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da der barê 14 hezar karkerên di kadroyên Wezareta Tenduristiyê da bên wezîfedarkirin da agahî da.

Selçukê got serlêdan wê bi awayekî elektronîk bêne kirin û wiha axivî: "Welatiyên me bêyî ku bên şaxên ÎŞKURê wê li ser e-Devletê yan jî 'esube.iskur.gov.tr'yê bikaribin serlêdanê bikin. Ji bilî vê ewê bikaribin bi rêya telefonê ya ALO 170ê û telefonên Navenda Ragihandinê ya Xebat û Ewlehiya Civakî serî lê bidin."

Wezîr Selçûkê got ji ber vîrusa koronayê tenduristiya gel bê parastin, rasterast hatina midûriyetên bajêr wê neyên qebûlkirin.

Serlêdan ji îro pê va wê heta 30yê Adarê dewam bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE