Wezîr Koca: Armanca herî giring a têkoşîna me, daxistina hejmara nexweşên nû ye

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1502 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 24 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca: Armanca herî giring a têkoşîna me, daxistina hejmara nexweşên nû ye

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1502 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 24 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 98 hezar û 231 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 521 hezar û 640î.

Di 24 saetên dawîn de 1502 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 261 hezar û 194an. 24 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 163yan.

Bi rehetbûna 887 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 238 hezar û 795an.

Hejmara nexweşên giran 811, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,4 e.

"Îro bi giştî hejmara testan 6,5 milyon derbas kir"

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro bi giştî hejmara testan 6,5 milyon derbas kir. Zêdetir ji 1500 nexweşên nû tesbîtbûyî hene. Armanca herî giring a têkoşîna me, daxistina hejmara nexweşên nû ye. Ji bo piştevaniyê pabendiya rênimayan şert e. Di dawiyê de ya têkçûyî dê vîrus be."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE