Wezîr Koca di merasima vekirina du nexweşxaneyên acil da axivî

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Rîsk ji holê ranebû. Rewşa normal divê neyê wê meneyê ku ji têkoşînê paşve gav bê avêtin."

Wezîr Koca di merasima vekirina du nexweşxaneyên acil da axivî

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din beşdarî merasima vekirinê ya Nexweşxaneya Rewşa Acil a Yeşîlkoy Prof. Dr. Murat Dîlmener û Nexweşxaneya Rewşa Acil a Hadimkoy Dr. Îsmaîl Niyazî Kurtulmuş bû û tê da axivî.

Wezîrê Tenduristiyê Koca der barê şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da got: "Rîsk ji holê ranebû. Rewşa normal divê neyê wê meneyê ku ji têkoşînê paşve gav bê avêtin."

Wezîrê Tenduristiyê Koca di merasima vekirinê ya Nexweşxaneya Rewşa Acil a Yeşîlkoy Prof. Dr. Murat Dîlmener da destnîşan kir ku nexweşxaneyên rewşa acil ji bo Tirkiyeyê projeyên mecbûrî ne.

Wezîrê Koca di vekirina Nexweşxaneya Rewşa Acil a Hadimkoy Dr. Îsmaîl Niyazî Kurtulmuş : "Hatina me ya vê derê ne tenê ji bo vekirina nexweşxaneyekê ye, nîşaneya xwedîlêderketina dîrok û mîrata me ya çandî ye û wefa ye. Nexweşxaneya Hamîdiyeyê ya di 1891an da dest xizmetê kir ji nû va hat sazkirin û pêşkeşî xizmeta gelê me hat kirin. Siltan Ebdulhemît Xan tevgereke îmarê ji bo derveyî Stenbola wê demê dabû destpêkirin û Nexweşxaneya Eskerî ya Hadimkoyê jî neynika wê demê ye"

Koca ji bo kesên îdia dikirin ku nikarin Xirabeya Hadimkoyê di nava 45 rojî da restore bikin jî got: "Serkeftina kesên mil dane vê wezîfeyê, ji bo kesên wiha îdia dikirin jî bersivek e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE