Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand di nav welatên ku hê aşiya xwe bi xwe çênekiriye da welatê herî zêde aşiyê çêdike Türkiye ye. Jimara dozan bi tevahî 16 milyon û 668 hezar û 844 e.
Wezîr Koca di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da ev agahî parve kirin:
"Di nav welatên ku herî zêde aşî hatine kirin da di rêza 6emîn da ne. Welatên ku ji me zêde aşî kirine Amerîka, Çîn, Hindistan, Îngiltere û Brezîlya ye. Di nav welatên ku hê aşiya xwe bi xwe çênekiriye da welatê herî zêde aşiyê çêdike Türkiye ye. Jimara dozan bi tevahî 16 milyon û 668 hezar û 844 e."AA