Wezîr Koca îdiayên belgeya "veşarî" derewand

Wezîrê Tenduristiyê Koca îdiayên belgeya "veşarî" derewand: "Belgeya 'veşarî' ya ku li ser medyaya civakî û WhatsAppê belav bûye, ne rast e. Ji bo panîkê bi zanetî li hev anîne"

Wezîr Koca îdiayên belgeya "veşarî" derewand

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, der heqê koronavîrusa nû (Kovîd-19) da li ser medyaya civakî û WhatsAppê bi navê "belgeya veşarî" wêneyek belav bûye, lê ev dîmen ne rast e.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

"Belgeya 'veşarî' ya ku li ser medyaya civakî û WhatsAppê belav bûye, ne rast e. Ji bo panîkê bi zanetî li hev anîne. Yên dixwazin pêbaweriyê kêm bikin û 82 milyonan bixin zeafê. Yên bi hesasiyetên we va dilîzin hene, destûrê nedin wan. Xebera rast, daxuyaniya fermî ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE