Wezîr Koca diyar kir ku milyonek û 36 hezar doz aşiya arsimê hat kirîn

Wezîr Koca diyar kir ku milyonek û 36 hezar doz aşiya arsimê hat kirîn

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku heta niha 600 hezar jê xebatkarên tenduristiyê, milyonek û 36 hezar doz aşiya arsimê hat kirîn.

Koca li Lijneya Giştî ya Meclisê di mizakereyeên budçeya Wezareta Tenduristiyê da pirsên parlamenteran bersivandin.

Koca diyar kir ku heta niha 20 milyon kît hatin kirîn, perê wan milyarek û 750 lire digirt, lê wan 250 milyon da û wiha dewam kir, "1,5 milyar feydeya welatiyên me çêbûye. Hûn çima kêfxweş nabin, çima spasiyê nakin?".

Koca destnîşan kir ku wan îsal bi temamî 73 hezar û 527 personel hildan, 41 hezar û 194 jê personelên tenduristiyê ne û hekîm nînin, hildana 12 hezar personelan dewam dike, seba sala 2021ê jî ew ê hildana personelan bidomînin.

Koca bi bîr xist ku 2 milyon û 300 hezar doz aşiya arsimê hat kirîn û heta niha 600 hezar jê xebatkarên tenduristiyê milyonek û 36 hezar doz aşî hat kirin û aşîkirin dewam dike. Koca wiha axivî: "Di vî warî da pirsgirêk tuneye. Heta niha li Tirkiyeyê înfluenza nehatiye dîtin. Divê em di vê mijarê da jî welatiyên xwe netirsînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE