Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca Eyda Remezanê ya xebatkarên tenduristiyê pîroz kir.
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku wî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umraniyeyê, Nexweşxaneya Çam Sakurayê ya Başakşehirê, Nexweşxaneya Bajêr a Prof. Dr. Cemîl Taşçioglu, Nexweşxaneya Bajêr a Kartal Dr. Lutfî Kirdarê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sancaktepe Şehit Prof. Dr. Îlhan Varank ziyaret kirin.
Koca wiha got, "Me eyda nexweş, hekîmên nobedar, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê pîroz kir. Eyda hemû xwişk û birayên min ên ser wezîfeyê û civaka tenduristiyê pîroz be."
AA