Wezîr Koca wê beşdarî Brîfînga Medyayê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê bibe

Wezîr Koca wê beşdarî Brîfînga Medyayê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê bibe

Wezîrê Tenduristiyê Koca ji bona brîfînga ku Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê periyodîk raya giştî agahdar dike hevaltiyê bi Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Dr. Ghebreyesus ra bike hat vexwendin.

Di vexwendina Koca ya ji bona brîfîngê da bandora têkoşîna dijî Kovîd-19ê da serkêşiya kurewî ya Tirkiyeyê û helwesta ji bona xebatkarên tenduristiyê heye.

Wezîr Koca wê di brîfîngê da qala tesîra Kovîd-19ê ya li ser xebatkarên tenduristiyê, gavên ku seba parastina xebatkarên tenduristiyê tên avêtin û rewşa dawîn a aşîkirina xebatkarên tenduristiyê ya li Tirkiyeyê bi raya giştî ya navneteweyî ra parve bike.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê wê li ser "malpera webê ya Kovîd-19ê" û hesabên medyaya civakî weşana zindî bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE