Wezîrê Tendirustiyê Koca ji bo İstanbulê hişyarî da

"Hejmara pêketinên li İstanbulê ji sedî 40 ê Tirkiyeyê û bi qasî 5 qatê Enqereyê ye"

Wezîrê Tendirustiyê Koca ji bo İstanbulê hişyarî da

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca eşkere kir ku hejmara pêketinên li İstanbulê ji sedî 40 ê giştiyê Tirkiyeyê û bi qasî 5 qatê Enqereyê ye.

Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê wiha got, "Hejmara pêketinên li İstanbulê ji sedî 40 ê giştiyê Tirkiyeyê û bi qasî 5 qatê Enqereyê ye. Me pişkinîna temaskaran û hejmara testan zêde kir. Di têkoşana dijî şewbê de çeka me ya herî bi hêz pabendiya tedbîran e. Giringiya bikaranîna maskeyê zêdetir bûye. Herwiha emê ezmûna herî dijwar li hember qerebalixiyê bidin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE