Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê li gor bajaran hejmara kesên di navbera 31ê tîrmehê-6ê tebaxê da ji 100 hezar kesî bi Kovîd-19ê ketine weşand.
Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê nexşeya bajaran a li gor her sed hezar kesî jimara pêketiyên Kovîd-19ê nîşan dide weşand.
Li gor daneyên heftane yên bajaran ji 100 hezar kesî li Stenbolê 182,21 kes, li Enqereyê 184,58 kes, li Îzmirê 65,85 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Di vê hefteya dawîn da li gor hesabê 100 hezar kesî herî zêde meriv li Rîze, Batman, Diyarbekir, Artvîn û Bîngolê bi Kovîd-19ê ketin.AA