WHO: Pêketiyên Kovîd-19ê li 110 welatî zêde dibin, pandemî hê xilas nebûye

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê bal kişand ku pêketiyên Kovîd-19ê li 110 welatî zêde dibin, pandemî hê xilas nebûye.

WHO: Pêketiyên Kovîd-19ê li 110 welatî zêde dibin, pandemî hê xilas nebûye

Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesusê Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) di civîna çapemeniyê ya li navenda Cenevreyê ya rêxistinê da axivî û geşedanên dawîn ên der barê pêketiyên Kovîd-19ê da nirxand.

Ghebreyesus diyar kir ku BA.4 û BA.5a varyantên Kovîd-19ê li 110 welatî zêdebûna pêketiyan zêde dikin û got ku "Zêdebûna pêketiyên gerdênî ji sedî 20 e, li sê herêmên WHOyê rêjeya mirinan zêde bûye."

Ghebreyesus got ku "Pêketiyên diguhere. Em di têkoşîna dijî vîrusê da pêş ketin lêbelê hê şewb xilas nebûye."

Ghebreyesus destnîşan kir ji ber ku jimara test, ragihandina waqieyan û rêzkirina genomê kêm bû qabîliyeta teqîba vîrusê ya WHOyê kêm bûye û got ku "Teqîba varyanta Omîcronê û analîzkirina varyantên dibe ku ji niha pê va derkevin herku diçe dijwar dibe."

Ghebreyesus bal kişand ku ji bo ku zêdebêna pêketiyan Kovîd-19ê xeteretir neke aşîbûn girîng e û agahî da ku "di 18 rojên dawîn da ki dinyayê ji 12 milyarî zêdetir dozên aşiyên hatin lêxistin."

Ghebreyesus ragihand ku li tevahiya dinyayê rêjeya aşîkirina xebatkarên tenduristiyê û kesên ser 60 salî ra ji sedî 75 e û bangî welatan kir ku "herî kêm ji sedî 70yê nifûsa xwe aşî bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE