Xebateke taybet a ji bo zarokên gundan 

Li Şirvanê rewşa tenduristiya zarokên gundan tê kontrolkirin, ji bo paqijiyê tên agahdarkirin

Xebateke taybet a ji bo zarokên gundan 

Li Şêrwana Sêrtê di çarçoveya projeya tenduristiyê ya wezareta perwerdeyê de ji bo xwendekarên gundan xebatek tê birêvebirin. di çarçoveya xebata ligel nexweşxaeyeke taybet de rewşa tenduristiya zarokên gundan tê kontrolkirin, derbarê paqijiyê de tên agahdarkirin. 

Li Şêrwana Sêrtê di projeya tenduristiya zarokan a Wezareta Perwerdeyê de xebateke taybet tê birêvebirin. 

Ji bo vê jî di navbera Midûriyeta Perwerdeyê û nexweşxaneyeke taybet de protokolek hat imzekirin. 

Di çarçoveya protokolê de tîmên tenduristiyê gund bin gund digerin. 

Him rewşa tenduristiya zarokan kontrol dikin, him jî derbarê paqijiyê de agahiyên girîng dibin wan. 

”Em di çarçoveya berpirsyariya civakî de ji bo zarokên li gundan gund bi gund digerin. Em him zarokan miayine dikin, him jî dema hewce bike dişînin nexweşxaneyê.” 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE