Xebatkarên fedakar ên tenduristiyê

Xebatkarên tenduristiyê dibêjin bila gel guh bide tevdîran.

Xebatkarên fedakar ên tenduristiyê

ji destpêka şewba vîrûsa koronayê û vir ve, xebatkarên tenduristiyê hewleke mezin didin. ew di şert û mercên zor û dijwar de, ji bo gel, bi şev û roj dixebitin. dixwazin bila li gorî rêzik û tevdîran hereket bike.

Xebatkarên tenduristiyê ji meha Adarê û vir ve, li dijî şewba koronayê, bi şev û roj dixebitin.

Hemşîre Gülten Çoban li Newxeşxaneya Dewletê ya Çewligê, di beşa nexweşên koronayê de dixebite.

“em di nav şert û mercên zor û dijwar de dixebitin. kalekî 70 salî hat nexweşxaneyê. wî ji min re got bêhna min diçike. nefesê bide min. ez wê demê pir hestiyar bûm”

Ali Alimoğlu jî di beşa nexweşên giran de dixebite. Ew jî 3 meh in ku li Mêvanxaneya Mamosteyan dimîne.

“em rojê 4-5 caran cil û bergên xwe diguherînin. heta îro gelek nexweş hatin ber destê min. dema bêhna nexweşan diçikiya ez gelekî xemgîn dibûm.”

Ew ji bo ku nexweşên koronayê baştir bibin hewl û xîreteke mezin didin û ji welatiyan dixwazin li gorî rêzik û tevdîran hereket bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE