Li Midyada Mêrdînê bi destê komeleya hevkarî û alîkariya civakî ya li zaxuran, li dibistanên gundên portî û çalika kundo 350 xwendekar hatin muayenekirin.
Komeleya Hevkarî û Alîkariya Civakî ya Zaxuran a li Midyadê, xebatên xwe didomîne.
Komeleyê di çarçoveya projeya berpirsyariya civakî de li mektebên Gundên Porî û Çalika Kundo xwendekar muayene kirin.
Di çarçoveya xebatê de 350 xwendekar him ji çavên xwe him jî ji diranên xwe hatin muayenekirin.
Her wiha welatiyên van gundan jî ji ber vê xizmetê kêfxweş in.
Di encama muayeneyê de ji bo xwendekaran rapor hatin amadekirin û ji bo şopandinê teslîmî mamosteyên wan hatin kirin