Xizmeta girîng a ji bo koçeran

Koçerên li Zozanên Feraşînê di warê tenduristiyê de hatin agahdarkirin.

Xizmeta girîng a ji bo koçeran

Midûriya Tenduristiyê ya Şirnexê ji bo koçerên li herêmê xizmeteke baş dike. Midûriya Tenduristiyê bi ekîba xwe perwerdeya rewşa acil û xizmeta tenduristiyê dide koçerên li zozanên feraşînê.

Him di warê rewşa acil de hatin perwerdekirin, him jî xizmeta tenduristiyê dîtin.

Midûriya Tenduristiyê ya Şirnexê ji bo kontrol û perwerdeya koçerên li Zozanên feraşînê ekîbeke ji dixtor û hemşîreyan amade kir.

Ekîba ku bi kîlomêtroyan rê çû û gihaşt Zozanên Feraşînê, li vir him tenduristiya koçeran kontrol kir him jî di warê rewşa acil û mudaxeleya ewil de agahiyên girîng da wan.

Koçerên ku ji xizmetê memnûn man spasî xebatkaran û midûriya tenduristiyê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE