Xizmeta ji bo dayikên ducanî

Ber bi welidînê dibin mêvanê nexweşxaneyê…

Xizmeta ji bo dayikên ducanî

Li Berwariya Sêrtê ji ber şert û mercên demsalê gihandina dayikên ducanî ji bo nexweşxaneyê bi zor û zehmet e. Ji bo vê yekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariya Sêrtê mêvangeh hatin amadekirin. Jinên ducanî ber bi welidînê li vir dibin mêvan.

Li herêmê ji ber berfê gelek caran rê tên girtin. Jinên ducanî bi zor û zehmet digihînin nexweşxaneyan.

Ekîb riyan vedikin, ekîbên tenduristiyê dighîjin hawara wan. Lê hin caran ku derfet têrê nekin, rewş dijwar dibe.

Nexweşxaneya dewletê ya Berwariya Sêrtê li hemberî vê rewşê çareseriyek pêk anî.

Li nexweşxaneyê 8 ode kirin mêvangeh. Jinên ducanî ber bi welidînê tên, li vir dibin mêvan.

Bi vê yekê pirsgirêkên gihandina wan tên çareserkirin.

Ji ber şert û mercên zivistanê xizmeta bi vî awayî ji bo gelek bajaran hewce ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE