Xizmeta tenduristiyê diçe her malê

Guh nadin zehmetî û dijwariyan û digihêjin her derê

Xizmeta tenduristiyê diçe her malê

Dewlet ji bo nexweşên ku tedawiya wan a li nexweşxaneyê qediyaye lê hewceye kontrolê ne, xizmetên tenduristiyê dibe heta mala wan. Li Bêdlîsê jî 894 nexweş bi vî awayî tên dermankirin.

Guh nadin hewaya sar û berfê û ti tişt xwe li ber wan nagre…

Li ku derê nexweşek hebe xwe digihînin wê derê… Xizmeta tenduristiyê dibin ber piyê welatiyan.

Li Bêdlîsê jî divê dermankirina 894 nexweşan li malê were kirin.

Gulîstan Aksuya 60 salî jî yek ji wan nexweşan e. Mala wê li gundê Kolanisa Motkanê yê Bêdlîsê ye.

Xebatkarên tenduristiyê ji bo kontrola Aksuyê bikin 40 kîlomîtro bi wesaîtê 3 kîlomîtro jî peya diçin.

Bi saya vê xizmetê nas û xizmên nexweşan jî rehettir dibin û mecbûr namînin her car biçin nexweşxaneyê.

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE