Xîreta xebatkarên tenduristiyê

Plaket û belgeya serkeftinê dan wezîfedarên tenduristiyê.

Xîreta xebatkarên tenduristiyê

Xebatkarên tenduristiyê di têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de pêşeng in, ew xizmeteke pir mezin dikin. Li Batmanê rêvebiran belgeya serkeftinê da 150 xebatkarên tenduristiyê.

Li Batmanê ji bo xebatkarên tenduristiyê merasîmek hat lidarxistin.

Di merasîmê de plaket û belgeya serkeftinê dan 150 xebatkarên tenduristiyê.

Waliyê Batmanê Hulusi Şahin û parlamenter Ziver Özdemir jî beşdarî merasîmê bûn.

Walî Şahin got em ê li Batmanê plaketê bidin 5 hezar xebatkarên din jî.

Waliyê Batmanê Hulusi Şahin got, ‘’Gelê me di van 7 mehên zehmet de spasî li teşkîlata tenduristiyê kir. Me jî xwest em bi belgeyekê bikevin nav bîranînên wan. Xwedê bike di demeke zûtir de derman were dîtin.’’

Xebatkarên tenduristiyê ji bo ku nehatine jibîrkirin gelekî kêfxweş bûn.

Li tevahiya Batmanê dê plaket û belgeyan bidin personelên tenduristiyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE